Gelişen Şırnak'ın Güçlü Sesi...Şırnak Haber  

Şırnak Haber

   

Anasayfa   I   İletişim   I   Şikayet Dilek   I   Açılış sayfası yap   I    Sık kullanılanlara ekle  

   

 TOKİLERİN KURA ÇEKİM TARİHİ BELİRLENMELI ARTIK     MUSİAD'TAN AÇIKLAMA...    MAÇ TARİHİ BELLİ OLDU.    MUSİAD'TAN AÇIKLAMA...    MAÇ TARİHİ BELLİ OLDU.    “TEFECİLER VE TEFE TÜFE ÜZERİNE…!”EDİ BESE…!    FİNAL FARKI...  

 
   
 
        Güneydoğu
        Türkiye
        Dünya
        Politika
        Ekonomi
        Eğitim
        Spor
        Sağlık
        Bilim Teknoloji

 

 

        Çok Okunalar

  TOKİLERİN KURA ÇEKİM TARİHİ BELİRLENMELI ARTIK

  MAÇ TARİHİ BELLİ OLDU.

  MUSİAD'TAN AÇIKLAMA...

  MUSİAD'TAN AÇIKLAMA...

  MAÇ TARİHİ BELLİ OLDU.

 

Ziman çavkaniya jiyana civatî ye

 

23.4.2012 01:14:37

 

 

 

 

Ziman li her derê wek çavkaniya jiyanê û mafê bê hempa tê nirxandin.
Bê ziman civat bê dest û pê ye.
Bê ziman pêşveçûna civatan ne mimkûn e.
Û herî girîng; bê ziman mirov nivcû dimîne.
Welatên Ewropayê vê yekê her ditîne û li gor vê yekê jî yasayên xwe yên bingehîn de mafên zimanan wek mafên bingehîn ya mirovan pejirandine.
17 ji 27 welatên YE’yê di yasayên xwe yên bingehîn de, zimanên xwe wek nîşana çanda xwe nirxandine.
Mada 8’an ya Yasaya Bingehîn a Federal ya Otrîş’ê (Avistirya) dibêje:
“Zimanê Elmanî, bê ku mafê kêmnetewan yên ku ji aliyê zagonên federal hatine pejirandin, zerar bibîne, zimanê dewletê yê komarê ye”.
Herwaha mada 70’an ya Swîsre’yê dibêje:
Zimanê Federal Elmanî, Fransizî û Îtalyanî ye“.
Li Fransayê ji 1631 heta îro, Civata Pisporan Academémie Française ji bo parastin û pêşxistina zimanê fransizî radiweste.
Di mada 2’em ya yasaya bingehîn de tê nivîsandin:
„Zimanê Komarê fransizî ye“.
Ji sala 1972 peyve komîsyonêke termînolojîyan ji bo termên nûh karê xwe didomîne.
Ev komîsyon ji bo hemû karên fermî temînolojîyan diafirîne.
Wek ji bo Compûter: Ordinaateur; ji bo programan Logiciél.
Ji bo termên englizî jî, termên fransizî tên afirandin.
Bi wê yekê jî yekitiya ziman û bingeha zimanê fransizî zindî dimîne.
Li Fransayê ziman jiyana polîtîk û civatî di afirandinên xwe de diberiqîne.
Wek hemû pêşveçûnan, pêşveçûna ziman jî wek perçeyêkî jiyana mirovan e û ziman jî li gor qeyd û şertên xwe di parelela nirxên din ve gavan davêje.
Lê ne tenê li ewropyaê, li welatên din ya dinyayê jî azadiya zimanan tê bejirandin û pir ziman li gel hevdu dijîn û geş dibin.
Mînakêki girîng ji bo dewlemendiya zimanan Hindîstan e.
Li Hindîstanê zimanê Hindî û Englizî zimanên fermî ne.
Li gel van zimanan, di yasaya bingehîn de 22 ziman wek zimanên netewî tên pejirandin.
Lê li welatêkî wek Hindîstanê mezin de hîn zedetirîn ziman hene.
Bi gelemperî 35 zimanên din hene ku, her yek ji wan ji aliyê yek mîlyonê zêdetirîn mirovan tên axaftinê.
Her yekê wan zimanan xwediyê nivîsandinêke cûda ne.
Li Hindîstanê 12 elifbayên cûda hene.
Evê yekê dibe asteng ku gelên Hindîstanê bi hevdu re bikevin nav komûnikasyonê.
Ji aliyê zimanan de, welatêkî balkeş jî Belçika ye.
Li Belçîkayê her mirov serbest e zimanêkî biaxife û fermî pêk bîne.
Li Belçîkayê sê ziman tên ceribandin: flamenî, fransizî û elmanî…
Lê li Tirkiyê rewş heta îro jî rê nedaye ku zimanên din li gel zimanên tirkî bi fermî werin axaftin û bibin perçeyêkî jiyana civatî.
Ev rewş dikare xwe bigûherîne.
Di dema îroyîn de li Tirkiyê li ser yasaya bingehîn ya nûh niqaş tê çekirin.
Divê Tirkiye rê bide ku, zimanê kurdî jî li gel zimanê tirkî wek zimanê perwerde û zimanê fermî were pejirandin.
Tenê bi vê riyê kurd dikarin ku, xwe mafdar bibinîn.
Bê mafê zimanê di hemû beşên jiyanê de, kurd nikarin bibin xwediyê mafên xwezayî û nakokî, astengî tu car bi dawî nebe

 

 

        

Bu yazıya 0 adet yorum yapıldı.

 

   Diğer Yazılar                                             Yazarın Tüm Yazıları..>>

  20’emîn festîvala Kurdên li Ewropayê 20.9.2012 04:55:49
  Mirina ji bo jiyaneke bi rûmet 7.7.2012 02:31:21
  Ziman çavkaniya jiyana civatî ye 23.4.2012 01:14:37
  Erdogan axifî lê... 8.8.2011 17:39:07
  Tirkiye pêşve diçe? 25.3.2011 17:49:22
  KÜRTÇE YAZMAK 22.11.2010 01:25:17
  Kürtçe yazmak! 30.9.2010 00:12:30
  Ölümün kıyısında yaşamak 16.8.2010 02:04:34
        Yorumlanan Haberler

 

        Şırnak'ta Hava Durumu

CİZRE'DE HAVA DURUMU  CİZRE'DE HAVA DURUMU  CİZRE'DE HAVA DURUMU

 

        Yararlı Linkler

T.C.Kimlik Numarası

Emekli Sandığı İşlemleri

Vergi Kimlik No.

SSK İşlemleri

BAĞKUR İşlemleri

Resmi Gazete

 

        Site İçi Arama

 

        Ziyaretçi Sayımız

2338009

 

 
 
 
 

 

Gelişen Şırnak Haber

Adres: Atatürk Mah. Bayındırlık Eski Binası Tel-Faks :+90 486 216 58 88 Merkez / ŞIRNAK - Türkiye
© Copyright Şırnak Haber 2004 Tasarım:Faruk GÜNEŞ

Şırnak Haber